Îran beşek ji geştên hewayî vekir
Îranê, ragihand ku ew beşek ji geştên qada hewayî ji bo veguhestinê vekirine.
Îranê, ragihand ku ew beşek ji geştên qada hewayî ji bo veguhestinê vekirine.
Rêveberiya Balafirxaneya Sivîl ya Îranê, ragihand ku piştî demekê ji girtina qada hewayî ya welat, beşek ji geştên hewayî asmanî li balafirxaneyê desptê kirine.
Li gorî daxuyaniyeka rêveberiyê, ji saet 07:00’ê siharê yê îro ve, rêyên qada hewayî yên beşa rojhilatê welat ji bo geştên navneteweyî hatine vekirin.
Li gorî daxuyaniyê pêvajoya destpê kirina geştan wê li hemû balafirxaneyan qonax bi qonax be û li gorî amadekariya teknîkû û ewlekariyê be.
Qadên hewayî ya Îranê ji 28’ê Sibatê ve piştî êrîşên Îsraîl û DYE’yê hatibûn girtin.